Bêgavî

Şer berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt, awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Loma jî ne şer bû
Ya man ya neman bû
Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatevîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayen serîbilind
Di gundekî koçer yê Kurdistane de
Wext, wexta şer, man u nemanê bû...



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Mehmed Uzun
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link