Janya - Helbest Kurdî (Rênas Jiyan)
Xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
Naqosên dêran kerr
Minare kin
Doktrînên dekolte lixwekirî evdal
Sarincên ji baranên derengmayî
Derengbarî hatibû damezrandin
Bi derbeke neşterê ya dirinde
Şolî bûne barûyên ji evînên nukleerî
Di serdabên ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin
Qîtik qîtikî bûne
Ji xewnên bêxwedî xeyîdîme
Pekiyame û hatime janya
Ji nalînên min re vokalîstiyê bike
Ji qevmê pezkoviyan re xew heram e
Peykerekî antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere
Li ezmanê hundirê min
Qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar dixin, Kovanên genimî
Li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin, aj nabin
Hûr dibin û hey hûr dibin
Ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim
Wey waweylê janya
Kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra
Çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji
Keştiya xeyalan
Çirûskeke serzer peya nebû
Li peravên hestên min ên
Hestî û çermmayî
Pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de
Bi derewan be jî dest dirêjî min nekir
Min venexwend cemeata xwe
Ferîşteyeke fahîşe sing venekir
Maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim
Bi qasî yez-danekî bêqûl tenê dimam
Mezhebên şêx û mirîdên wê ez
Min diafirand di çarmixan de
Min her çavê xwe li destmal ka bixwîn
Ya destê weronîkayê digerand
Bi îskeîskeke zengarî, mîna guran tim dizûrriyam
Hosteyê dînîtiyê mam
Goştê hov ji te re ricifeke ruh divê
Nêrîneke şêtiya şûran divê
Ez heta qirikê binicihê tirbê
Hilnayêm janya
Hilnayêm porkurê
Di tirban de hilnayêm ha
A li eniya te nivîsî ne ne qeder e
Soneya serpêhatiya temenê min e
Dengê min diêşe
Welê bi sewteke berz û peritî
Min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te
Çirreke şiîr didoşim ji hewraniyên sipîboz
Ji bona çivîkên çavên te
Xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihewanda
Xwezî berxê ji xeynî te pê ve
Bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira
Bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda
Di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de
Min devê te bikira zîndana zimanê xwe
Lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
Ez hêmayeke heyama hewaran
Di herban de nîşangeha riman
Serî gog, çav xar, zikçirîyayî
Fermo janya
Êdî tu dikarî xwe bikujî
Naqosên dêran kerr
Minare kin
Doktrînên dekolte lixwekirî evdal
Sarincên ji baranên derengmayî
Derengbarî hatibû damezrandin
Bi derbeke neşterê ya dirinde
Şolî bûne barûyên ji evînên nukleerî
Di serdabên ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin
Qîtik qîtikî bûne
Ji xewnên bêxwedî xeyîdîme
Pekiyame û hatime janya
Ji nalînên min re vokalîstiyê bike
Ji qevmê pezkoviyan re xew heram e
Peykerekî antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere
Li ezmanê hundirê min
Qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar dixin, Kovanên genimî
Li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin, aj nabin
Hûr dibin û hey hûr dibin
Ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim
Wey waweylê janya
Kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra
Çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji
Keştiya xeyalan
Çirûskeke serzer peya nebû
Li peravên hestên min ên
Hestî û çermmayî
Pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de
Bi derewan be jî dest dirêjî min nekir
Min venexwend cemeata xwe
Ferîşteyeke fahîşe sing venekir
Maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim
Bi qasî yez-danekî bêqûl tenê dimam
Mezhebên şêx û mirîdên wê ez
Min diafirand di çarmixan de
Min her çavê xwe li destmal ka bixwîn
Ya destê weronîkayê digerand
Bi îskeîskeke zengarî, mîna guran tim dizûrriyam
Hosteyê dînîtiyê mam
Goştê hov ji te re ricifeke ruh divê
Nêrîneke şêtiya şûran divê
Ez heta qirikê binicihê tirbê
Hilnayêm janya
Hilnayêm porkurê
Di tirban de hilnayêm ha
A li eniya te nivîsî ne ne qeder e
Soneya serpêhatiya temenê min e
Dengê min diêşe
Welê bi sewteke berz û peritî
Min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te
Çirreke şiîr didoşim ji hewraniyên sipîboz
Ji bona çivîkên çavên te
Xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihewanda
Xwezî berxê ji xeynî te pê ve
Bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira
Bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda
Di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de
Min devê te bikira zîndana zimanê xwe
Lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
Ez hêmayeke heyama hewaran
Di herban de nîşangeha riman
Serî gog, çav xar, zikçirîyayî
Fermo janya
Êdî tu dikarî xwe bikujî
Credits
Writer(s): Rafael Ayhan Evci, Tahsin Arslan, Renas Jiyan
Lyrics powered by www.musixmatch.com
Link
Other Album Tracks
Altri album
- Min Ji Te Hezkir - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî) - Single
- İnanmam Aynalara - Sone 22 (İngiliz Edebiyatı Şiiri) - Single
- İnanmam Aynalara - Sone 22 (İngiliz Edebiyatı Şiiri)
- Ey Pakrewan - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî)
- Bana Baktın Gözlerinle - Louis Aragon (Şiir) - Single
- Bê Dîn im Îman Berdayî - Arjen Arî (Helbest Kurdî) - Single
- Ne Dersin Bu Akşam - Charles Baudelaire (Şiir) - Single
- Evîna Te Min Berneda "Terk Etmedi Sevdan Beni" - Ahmed Arif (Helbest Kurdî)
- Ez Nizanim Çi Bêjim - Cegerxwîn (Helbest Kurdî) - Single
- Bir Kör - Jorge Luis Borges (Şiir)
© 2024 All rights reserved. Rockol.com S.r.l. Website image policy
Rockol
- Rockol only uses images and photos made available for promotional purposes (“for press use”) by record companies, artist managements and p.r. agencies.
- Said images are used to exert a right to report and a finality of the criticism, in a degraded mode compliant to copyright laws, and exclusively inclosed in our own informative content.
- Only non-exclusive images addressed to newspaper use and, in general, copyright-free are accepted.
- Live photos are published when licensed by photographers whose copyright is quoted.
- Rockol is available to pay the right holder a fair fee should a published image’s author be unknown at the time of publishing.
Feedback
Please immediately report the presence of images possibly not compliant with the above cases so as to quickly verify an improper use: where confirmed, we would immediately proceed to their removal.