Hey Dilberê - Remix

Hey Dilberê wey Dilberê
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem vegerê

Hey Dilberê wey Dilberê
Bejna zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê

Hey Dilberê wey Dilberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê

Hey Dilberê wey Dilberê
Şevka me çû wê roj li me derê
Xelik û alam wê li me binerê
Wê bêjin eve dînê Dilberê

Hey Dilberê wey Dilberê
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem vegerê



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Feyruse Haco
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link