Sira Sibe - Remastered

Sira sibê li ba bû
Dara hewerê veciniqî û şiyar bû

Tevziyek da xwe tevziyek kûr
Rahişit bilûrê danî ser dirana

Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra
Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra

Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra
Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra

Kaniya bin dara hewerê
Bi dengê bilûrê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Hêstir werwirand melûl melûl

Dilê heyva ji kovanên xwe re
Kerî bi kerî kezext û dirand

Dilê heyva ji kovanên xwe re
Kerî bi kerî kezext û dirand

Bilbilek firî ji hêlînê
Çû danî li guliya gulê
Xançeyan mijand ji pêrîsa xwe
Berda dilê wan xurîyê
Dilop dilop niqutî xurî
Niqut niqut niqutî xurî

Dilop dilop niqutî xurî
Niqut niqut niqutî xurî

Dilopa paşî de şeveq beyan bû
Ji bilûrê hîs birî kanî xayis ket
binê kema gulê bilbil ji can bû
binê kema gulê bilbil ji can bû

Jîneke nû destpêkir bi sira sibê
Şeveq zelal xuza xuyan bûn

Jîneke nû destpêkir bi sira sibê
Şeveq zelal xuza xuyan bûn



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Rojen Barnas
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link