Dilbirîn

Di van şevên sar û dûmane
Tu li kûyî?
Mina hîveronekê hatî û çûyî
Min qet nebihîst bibêjî derdê dilê xwe
Vay li halê dilê min
Dil bûye tarî
Dil bûye arî!

Were ez dilbirinîm
Were bê te namînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê te hilînim
Were ez dilbirinîm
Were yar te bibînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê xwe bavêjim

Bê te bûme hêjarek
Bi derdê evînê
Heta kengî bajom
Emrê xwe nizanim
Li vî dilêm payîze,
Berfe, bahoze
Tu bûyî dara jîyanam
Vêga pel pel diweşe
Pel pel diweşe!

Were ez dilbirînim
Were bê te namînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê te hilînim
Were ez dilbirînim
Were car te bibînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê xwe bavêjim!

Tu yî her şev mêvanê
xewn û xeyalam
Were destê min bigir
Ez bitenê mam
Li vê dûnyê bêbextan
Derbider, bêmar
Biran mala min danî
Pişt li min bû xwar
Pişt li min bû xwar!

Were ez dilbirînim
Were bê te namînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê te hilînim
Were ez dilbirînim
Were yar te bibînim
Were xem û keserê
Ji nav dilê xwe bavêjim!



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link