Dîyarbekir

Min navê xwe kola li bircên diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmanan stûxwar
Gava ku ney, bilûr û tembûr
Dahol û zirne sar bûn, sar bûn

Min navê xwe kola li bircên diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmanan stûxwar

Bi giyanek pola, min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircen diyarbekir
Ez welatparêz im, ez mirovperwer im
Ez bavê tûjo me lo, şoreşger im şoreşger

Min navê xwe kola li bircên diyarbekir
Gava ku sterik li ezmanan stûxwar

Min navê xwe kola li bircên diyarbekir
Ez Şêx Seîde kal, bijîşk fuad im
Pêşmergeke bênav û bênîşan im
Ez duh şehîd bûm, îro nû hatim

Min navê xwe kola li bircên diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmanan stûxwar



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Dilber Haco
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link