Keça Kurdan (Remix)

Li şayê, li şêwirê, li cengê girînge ku jina Kurd, qîza
Kurd li kêleka mêrê kurd, xortê Kurd cih bigre.
Lew di roja teng de, di roja fireh de,
Di şerê de ewê karibe li kêleka wî bisekine
weke daxwazîya wî, wî derd û kulî ji bikişîne.
Niha gotina me ji keçên Kurdan re û bersivên wan...

Keçê binêr çerxa cihan
Zor girêdane me re zor
Jin çûne pêş pir dixwînin
Êdî qelem ket şûna şûr

Serê xwe rake keça Kurdan
Dil û cegerêm heliyan
Ka niştiman ka azadî
Ka dayika me sêwiyan

Keçê em dixwazin bi me re werin şerê
Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê
Keçê em dixwazin bi me re werin şerê
Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê

Hayê hayê em keçikê Kurdan in
Şêrîn in em şeng in em li hêviya merdan in
Hayê hayê em keçikê Kurdan in
Şêrîn in em şeng in em li hêviya merdan in
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane

Keçika xebat ji bo welat girîng jin û mêr tev rabin
Cîh nexwaze paşve rûnê ne perwer in azad nabin
Tim jin û mêr, gundî û rêncber, karker û xebat, kar xwendevan
Welatparêz û perwer bin hûn roniyê çavên Şivan

Keçê em dixwazin bi me re werin şerê
Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê
Keçê em dixwazin bi me re werin şerê
Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê

Hayê hayê em keçikê Kurdan in
Şêrîn in em şeng in em li hêviya merdan in
Hayê hayê em keçikê Kurdan in
Şêrîn in em şeng in em li hêviya merdan in
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane

Erê dinale hûn kulîlkê Kurdane
Ji derdê nezana derbend û serwendane
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane

Erê xwuşkê hûn kulîlkên Kurdan derdê Malxwê
Yê malan ji derdê feodalan derbend û serwendane

Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane
Hayê hayê em kulîlkê Kurdan in
Ji derdê nezana derbend û serwendane



Credits
Writer(s): Sivan Perwer, Hakan Alak
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link