Ewr

Tû wek ewrek reştarî bihêrs dibarî
Diherikî li kolanên nava vî bajarî
Digerim li dilê te lê ne xuyayî
Di nava ewran de ev dil wendayî
Yarê were xewna min
Bibare bikev dilê min
Canê were xewna min
Bikeve nav bihişta min
Asê mam li nava xewnên giran
Wenda me xewn bûne zindan
Bitenê bêkesim li van kolanan
Dipirsim nabînim li nava dilan
Te xwe da ber rojê bi tariya ewran
Dibarî li kolanên bêkes û serma
Yarê were xewna min
Bibare li ser dilê min
Canê were xewna min
Bikeve nav bihişta min
Asê mam li nava xewnên giran
Wenda me xewn bûne zindan



Credits
Writer(s): Rafael Ayhan Evci, Serhat Ertuna
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link