Perde - Remastered

Ew perdeya reş û tarî
Ko ji çavên reş û diyarî
Min ji ruwê xwe kişand
Li ber çavê xwe çirand

Avêt paş sed çiyayî
Nava hezar dergayî
Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû şuşt û
Mîkrobên canê xwe bi dermanekî kuşt

Ew kufeyka tûfeylî, ko dil dil de diçirî;
Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir

Li rojên derbasbûyî, li rastiyên kevnara,
Li hevalê neheval cara pêşî silavkir

Ew zingara di mejî, ko mejiyê min dimijî, min bi kêrê
Xeritand û bi agir şewitand û paqijkir; paqijkir serê
Xwe, min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî
Bêgemar; di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar, êdî bi
Dîtina xwe, bi bihîstana xwe bi vana xwe, bi mejî û bi
Rêveçûna xwe jî, ez bûm însanek nû, perestekê oleke nû
û di bajarê dil de min avakir, keleheke nû



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Qedrican
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link