Ay Dilbere

Ay Dîlberê wey Dîlberê
Ay nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem wergerê

Ay Dîlberê wey Dîlberê
Bejna zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê

Ay Dîlberê wey Dîlberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê

Ay Dîlberê wey Dîlberê
Şewqa me çû, roj wê li me derê
Xelk û alem wê li me binerê
Wê bêjin ew e Dîna Dîlberê

Ay Dîlberê wey Dîlberê
Ay nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem wergerê



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Feyruse Haco
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link