Ho Ho Şivano

Ho ho şivano, ho ho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano!
Ho ho şivano, ho ho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano!

Keko ez bilûrvan im
Bi her tiştî dizanim
Çiyan tênim govendê
Berxê mîjo di bendê
Hirç û hov û dar û ber
Lotan didin tev li ber

Keko ez bilûrvan im
Ez şivan û gavan im
Ev masiyên, Derya Reş
Bi bilûra min serxweş

Keko ez bilûrvan im
Ez şivan û gavan im
Ev masiyên, Derya Reş
Bi bilûra min serxweş

Ho ho şivano, ho ho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano!
Ho ho şivano, ho ho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano!

Keko ez bilûrvan im
Ez şivan û gavan im
Rûniştî me bin darê
Didim pesnê biharê
Hirç ketiye nava rez
Li min bûye lez û bez

Keko ez bilûrvan im
Kes guh nade saza min
Dikim hawar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî

Keko ez bilûrvan im
Kes guh nade saza min
Dikim hawar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî



Credits
Writer(s): Cegerxwin, Yunus Diskaya
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link