Dildaro

Ji mir nebêj ezê herim xerîbîyê
Bi vê gotinê tu min dikujê li dawiyê
Ew sozên te ji mir nivîsî li ser riya
Bilez bûrîn ketin bin toza berîyê

Lo lo dildaro lo lo sozdaro
Lo lo dildaro lo lo sozdaro

Te ji mir digot ji te pêve min kes nîne
Te ji mir digot memê ala me tu zîne
Ji bo te ezê xerabikim sûrê çînê
Ji te re bînim ji hindistanê gûl û bînê

Lo lo dildaro lo lo sozdaro
Lo lo dildaro lo lo sozdaro

Ji mir nebêj ezê nama ji te re rêkim
Gûlîstanê girêdayî ezê çêkim
Qesra şêrîn ji mermere min qet navê
Go tu herê min ji tora dila bavêj
Lo lo dildaro lo lo sozdaro
Lo lo dildaro lo lo sozdaro

Min çavên xwe bi dîtina te kil dikir
Min dilê xwe bi evîna te şa dikir
Bê te jiyan bo min dibe çiya û çol
Bo min bêje evîndaro kî ye bê ol

Lo lo dildaro lo lo sozdaro
Lo lo dildaro lo lo sozdaro



Credits
Writer(s): Dilo Doxan
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link