Gula Dilemin

Gula dilê min qetandin
Bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe
Çemê dilê min çikandin
Nabe dilê min wiha nabe
Bila gul bilbilê şa be
Were gula min av bide
Bila evîn bê war nebe
Gula min bi xwîne şûştin
Ser axa wê bê war hiştin
Perçe kirin hev ketandin
Bilbila wê sêwî hiştin
Nabe dilê min wiha nabe
Bila gul bilbilê şa be
Were gula min av bide
Bila evîn bê war nebe
Gulam kesk û sor û zere
Evîna min bê xebere
Bo te helîyam bûm penaber
Dil bi axîn û kesere
Nabe dilê min wiha nabe
Bila gul bilbilê şa be
Were gula min av bide
Bila evîn bê war nebe



Credits
Writer(s): Hozan Dino
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link