Heviya Min Nemine

Hêvîya min nemîne lê yarê
Rêya min kemîne hevalê
Hêvîya min nemîne lê yarê
Rêya min kemîne hevalê

Dilê min dilek pênaber e
Bi evîna xwe dîgere
Hîn jî bo te bêbiryar e lê
Dev ji min berde hêvî neke
Çavên şûşe, şilî neke
Agirê vemirî sor neke lê

Dilêm dilek penaber e
Bi evîna xwe dîgere
Hîn jî bo te bêbiryar e lê
Dev ji min berde hêvî neke
Çavên şûşe, şilî neke
Agirê vemirî sor neke lê

INSTRUMENTAL

Biçe evînek nû bigere
Azadî evîn e, ax yarê
Biçe evînek nû bigere
Azadî evîn e, ax yarê

Berdêla jiyanek azad
An zîndan an jî sêdar e
Min ev riya hilbijartîye lê
Dilê xwe min ra dîl neke
Hêvîyen xwe ji pêra çal neke
Barê giran li xwe barneke lê

Berdêla jiyanek azad
An zîndan an jî sêdar e
Min ev riya hilbijartîye lê
Dilê xwe ji min ra dîl neke
Hêvîyen xwe pêra çal neke
Barê giran li xwe barneke lê

INSTRUMENTAL

Dilê min hêviya vegera rojê
Rojê dilê xwe dayê dozê
Dilê min hêviya vegera rojê
Rojê dilê xwe dayê dozê

Roj çû ava venegerîya
Hêvîyên min man li pêşerojê
Hêvîyên min man li pêşerojê

Biçe dilekî bê birîn
Ji evîna xwe ra bibîne
Bes dilê min neşewitîne lê

Roj çû ava venegerîya
Hêvîyên min man li pêşerojê
Hêvîyên min man li pêşerojê

Biçe dilekî bê birîn
Ji evîna xwe ra bibîne
Bes dilê min neşewitîne lê



Credits
Writer(s): Hozan Dino
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link