Şeva Do

Di nav do û îro gelek şev ser min derbasbûn
Şeva do, bîrhatina mirina min bû
Ez û te li ber hev li himber horîzonê
Tenê bi çava diaxivîn, ey zerî
Kirasê reş li te, ew çavên bi girî
Û lêvên te li ber sermê ji xwînê sorkirî sorkirî
Bê xatir tu çû, û te li pişt xwe pir caran dinerî
Û dilê min bê te ji nava disincirî
Û bangdikir ner, bangdikir ner
Ner yara min, ner cana min
Û min dizanîbû êdî tu nema vedigerî
Kî evîndara şevê bî dimîne dijî ronahiyê
Lê tevlî wilo şevê wek min ji te hesnedikir
Êdî nebêje min çima piştî te ez bûm agir
Xwe bi xwe dixum
Û li ber weynên te çavên xwe dixapînim
Û bi berfa bîranînên te agir ji dilê xwe divemirînim
Ner yara min, ner cana min
Ner, ner, ner yara min,ner cana min
Ner, ner, ner yara min,ner cana min



Credits
Writer(s): Dilovan Dari
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link