Çilmo

Gîzmên min di nighê min da
Paşpaşkî ez li dû xwe diçûm
Baran barî, ez bazdidam û diçûm
Diçûm û ketim
Ketim û şilbûm
Şilbûm û giriyam
Giriyam û keniyam
Dîsa keniyam û giriyam
Li ber derî diya'm
Dîsa jî li benda'm

Weka gurê manço li min mêze dikir
Min got qey wê li min bi xwe
Li min nexist
Çengurê min girt
Min girt û havête hindir
Cilên min ji min derxist
Porê min zuwa kir
Her derê min paqij kir
Min maç nekir
Himbêz jî nekir
Çilma min paqijkir

Û devê soba me vekir

Çiqasa germ bû hindir
Çiqasa germ bû porê'm
Çiqasa germ bû hindir
Çiqasa germ bû pozê'm

Şalê min ê nû di nighê min de
Pêşpêşkî ez li dû diya xwe diçûm
Çilma min dihat
Min jî dialast
Ji bo diya min nebîne
Ez ditirsiyam bi ya rast
Ji bo bavê min nizanibe
Ku bavê min bizanibe
Wê şonik jî hebe
Ku şonik hebe
Wê çilm li min zêdebe
Ku çilm li min zêdebe
Lêdan nexwaş dibe
Ku lêdan nexwaşbibe
Destê bavê min lê vedibe

Himmm, hihihimmmm
Himmm, hihihimmmm
Destê bavê min lê vebe
Dilê xwuşka min dişewite
Dilê wî bişewte
Kûçikê mixtar diewite
Kûçikê mixtar biewite
Azan dide mele
Azan bide mele
Wê bavê min bisekine



Credits
Writer(s): Mirov Desmond
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link