Bar Kin Herin (Ebdulla Peşêw)

Li ezmana nehati me
Ne mêvan im
Berî dîrokê
Kaniyek bûm li vira der bûm
Berî dîrokê
Agirek bûm li vira hêl bûm
Bar kin, herin
Ji xencî min, kanî kesên din têr av nakin
Ji xencî min, dargûz li kesê din sîberê nakin
Bar kin, herin
Tovê we li zeviya me şîn nabe, dimre
Mêrga me di bin piyên garana we de agir e
Heta dartûyê me jî ewê bizirê
Colankê ji bo zarokên we ranagire
Bar kin, herin
Fêkiyên darên me xav û kal in
Ava me şor e
Hingivê me di devê we de tehl e
Bar kin herin
Bar kin herin



Credits
Writer(s): Ebdulla Peşêw
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link