Tu Zîn Ez Mem

Tu Zîn Ez Memê Alan im
Tu Dicle Yar ez Firat im
Tu Mem Ez Zîna Botan im
Gula te ya li Dor Çeman im
Bê te çi bikim Dîn û Har im
Mîna Teyrê bê Ezman im
Ez ya bi Evîna giran im
Ji te hez dikim ne poşman im

Ax Ax Zîna min
Ax ax Zîna Min
Gula min tu Kula min
Gula min tu Kula min

Ax Ax Memê min
Ax ax Memê min
Dermanê Kul û Xeman
Terka te nakim Qurban

Evîndar bi her çar Çavan
Îro em Bûk û Zava

Ez Xeca Axa zêrîn im
Yara te ya şekir şêrîn im
Xecê ez Sîyabendê dîn im
Dil bi Axîn û Nalîn im
Boy te bi Eşq û bi Evîn im
Dimrim te ji min Dûr xînin
Bimrim bila ez nemînim
Kû Şahbûna me nebînim

Ax Ax Memê min
Ax ax Memê min
Dermanê Kul û Xeman
Terka te nakim Qurban

Ax Ax Zîna min
Ax ax Zîna Min
Gula min tu Kula min
Gula min tu Kula min



Credits
Writer(s): Mikail Eziz
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link