Dengê Saza Te

Cûdî bilinde Xebat bira
Dengê saza te çi xweş tê
Ew helbestên teyê şêrîn
Ji nav dil û rihên gel tê

Behna azadiyê keko
Ji tiliyên destên te tê
Bistre bêje bi sazê ra
Sebra dilê'm bi saza te tê

Cûdî bilinde Xebat bira
Dengê saza te çi xweş tê
Ew helbestên teyê şêrîn
Ji nav dil û rihên gel tê

Raste çavê me girtî bû
Lê şev û roj em şiyar bûn
Doşeka me li erda şil bû
Lê dilê me ji pola bû

Raste çavê me girtî bû
Lê şev û roj em şiyar bûn
Ey hevalo tê bîra te
Ser sînoran nobedar bûn

Cûdî bilinde Xebat bira
Dengê saza te çi xweş tê
Ew helbestên teyê şêrîn
Ji nav dil û rihên gel tê



Credits
Writer(s): Aram Tigran, Hekim Sefkan
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link