Ramûsan Min Veşartin (Arjen Arî) Helbest Kurdî

Ramusan min veşartin li geliyekî
Ar girtiye qurm
Û li dorê dileyize
Çi kiribû
Çi bû gunehê dara berû
Bi min re wê jî şer nexwestibû
Bi min re zarokan, bi min re kulîlkê
Û wê qîza xama
Ku, li dû min stûxwar ma
Û bendî
Rondik herikîbin şer herikand
Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê
Hij ma li milkê, ramûsan li milkê
Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
Û şer dizî j ime xewnên mîrekî
Li herêmekê em ji gundekî
Dijmin jî bûna malê me pev dima
Neyariya me nedigiha qewmekî
Kengî bûya lev dihatin
Em eydekê, erefatekê
Bi ya helbestê min kir
Û min guh da bilûra şivên
Hij min aland li destmalek bi vên
Û ramûsan min rakirin geliyekî
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî
Bi têhn dimînin
Li wirbi hij dimînin ramûsanên min
Şer betal bibin, çek rawestin
Ji çiyan şerker dadikevin
Ezê di nav wan de bim
İleh ileh, tu bê pergî min
Da te himbêz bikim ji dêvla çiyê
Şer de ye mîna min niha helbest jî
Kengî parzinîn biwêj ji xwînê
Ji êşê rêz, ji şînê çarîn
Helbesta min hingî bixwîn
Wê evîn jê binizile



Credits
Writer(s): Arjen Arî
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link