Evîn û Ax

Ew evîna kîjan bajarê sar bû
Rojên bi te re xewn bû an jî xeyal bû
Ser axa welat jiyan bi te re xweş bû
De were yar gula vê axê tu yî

Dil penaber im
Li van çiya te digerim
Bê bask û per im
Bê semyan û bê serwerim
Dil penaber im
Li van çiya te digerim
Bê bask û per im
Bê semyan û bê serwerim

Em ê bi hev ra, li welatê xwe vegerin
Em ê bi hev ra, li welatê xwe vegerin

Em ê vegerin konê reş li ser kavila
Tev de vegerin li ser axa bav û kala
Kaniya jîne vedin ji bo evîndara
De were yar, ava va kaniya tu yî

Dil penaber im
Li van çiya te digerim
Bê bask û per im
Bê semyan û bê serwerim
Dil penaber im
Li van çiya te digerim
Bê bask û per im
Bê semyan û bê serwerim

Em ê bi hev ra, li welatê xwe vegerin
Em ê bi hev ra, li welatê xwe vegerin



Credits
Writer(s): Sinan Yaman
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link