Lêgerîn

Min dilek nas kir,
ji dilê wî yê zarok
hez kir.

Bi hestên dilê wî ez çûm kûrahiya bihuşta zaroktiya xwe.
Di bedewiya
çavên wî de,
min dergûşa bihuşta zaroktiya xwe dît.

Kî yî tu?
xwediyê bihuşta dilê min yê lerizî?
qefesa li ber deriyê dilê min ê dorpêçayî?

Ewqas sal derbas bûn
di nav lêgerînê de, li dergûşa bihuşta dilê zaroktiya xwe digeriyam,
li dilê te yê zarok digeriyam.

Min bixe nava qefesa li ber deriyê dilê xwe,
tu jî bibe lêgerîna qefesa
li ber deriyê dilê min.



Credits
Writer(s): Ciwan Haco, Zozan Uzun
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link