Heqbej

Le dayik bum be xenjcer nawkimyan brî
Xencerêk ke kirdimye şerkerêk bo naw şarî bext brîw
Dîwarî kolanekan pire le druşim dij be sitemkar
Bellam kêşe le xomane melaman lê buwe xedar
Lêre feqîranî dest w misht mir bûne awêzanî
Melakan w îmamanî naw gunbedî zêrekan
Eme asewarêke ke mirdû debête xêr bexş w
Şefader w bedîhêner w kelegay zieman
Lêde le xot
Hawt sînatî bo bere pêş
Katê doay xelik bote zigtêrî w hebûnî xêr
Kê delê şerî azadiye?
Êre şer bo zigtêrîye
Druşimderanî azadî tiêr bin boyan grîng nye
Azadî le wilatî cergsûtawan watay nian w aw
Katê mindalî no salle bote mindallî kar w raw
Katê bo letêk nian hazirin bo xofiroşî w xîyanet
Îdî manay nye bas keyn le xêr w şer w dîyanet

Bêro heqekanman bere
Bêro xewinekanman bere
Dillekanman lêre şire
Bêro gullî hiwaman bere
Êre şiert le ser jiyanyan diken
Êre sewzayîman le çîley bihar da diben
Min dillnûsekanim le ser xolî sehrada nûsî
Bay bê hûmêdî dillnûsmî bird w dizî
Awaretir le awarekan minm
Le naw komelêk da min winim

Serê le ser sêdare
Serê le naw xoşî xewane
Lêre îmam ziemane boyan bote
Pexember ziemane
Sêlfî ligel mindalî hejar be biyanoy xêr
Le naw TV nîşandanî zana be înwanî şêt
Lêre zalî sertin
Lêre tînûy xwêntin
Lêre digerên bizanin qursayît çende w be çendin?
Lêre nûsrawî pêş hemû nûsrawekan wişey dierde
Asewarî bê aqllîye ewey xoy bo kird be berde
Bellam rojêk be xom gût heste Niwêner
Nîşande çî le tewanit daye be bîser
Renge to tê negeyt bellam têgeyştuan tê geyştin
Kat be ser birdin lem nawe berambere be xwên riştin
Siza diran w eşkenceyan qet tewaw nebû
Hawarekaniyan le çiwar dîwarî bend debû
Êsta rêge çoll ken ke hat
Kê hat?
Kurêk be nasnawî pêşmergî Hip Hop
Yanî çî?
Yanî pare heye bes bo şer le naw "Gaza"ye
Yanî êstaş zorbey xelkî wilat bê nasinameye
Yanî melakan debê zortir bin le pîzîşkanî naw şar
Yanî destkirdî bîst sall xwêndinit bo be anballî w kar?
Toş wekû hemû qêzit hel estê lemaney wa be
Emameyek w mîtrêk rîş bot dieden biryar?
Toş be temay deng helênî ballam le çiwar çêweyek
Bendî w zû zû le dimit deden w êjin na?

Bêro heqekanman bere
Bêro xewinekanman bere
Dillekanman lêre şire
Bêro gullî hiwaman bere
Êre şiert le ser jiyanyan diken
Êre sewzayîman le çîley bihar da diben
Min dillnûsekanim le ser xolî sehrada nûsî
Bay bê hûmêdî dillnûsmî bird w dizî
Awaretir le awarekan minm
Le naw komelêk da min winim
Bêro heqekanman bere
Bêro xewinekanman bere
Dillekanman lêre şire
Bêro gullî hiwaman bere
Êre şiert le ser jiyanyan diken
Êre sewzayîman le çîley bihar da diben
Min dillnûsekanim le ser xolî sehrada nûsî
Bay bê hûmêdî dillnûsmî bird w dizî
Awaretir le awarekan minm
Le naw komelêk da min winim



Credits
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link