Dil Pîr Nabê

Her kes bizanin vê sirê

Ey dilberê pêxamberê
Lêv şekirê hey esmerê

Ey dilberê pêxamberê
Lêv şekirê hey esmerê

Ka soz
û peymana berê

Biskan veke zulfan şeke
Dil pîr meke me ji bîr meke

Biskan veke zulfan şeke
Dil pîr meke me ji bîr meke

Carek ji pişt perdê derê

Şêrîn kenê hingiv çenê
Dosta minê dil hesinê

Şêrîn kenê hingiv çenê
Dosta minê dil hesinê

Dil girtiyê te ez tenê

Dêmên digeş çavên direş
Xalên hebeş birhên biweş

Dêmên digeş çavên direş
Xalên hebeş birhên biweş

Hilde ko her roj bê derê

Perdê li ser xalên diqer
Hilde ku her roj bête der

Perdê li ser xalên diqer
Hilde ku her roj bête der

Her kes bizanin vê sirê



Credits
Writer(s): Cegerxwîn, Ciwan Haco
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link