BERDAYİ

Berdayî
Hisret û meyl û tenayî
Ne şiyar im, ne razayî
Li ber çavan tu xuyayî

Xewa heyî evînê bir
Hisret ji meylê bû pir
Xwe berda dil b'dujminayî

Xwe berda kûr xwe berda
Ji lêvan xwe berjêr berda
Kasa meyger de tenayî

Şewt ne bes, kizîn ne bes e?
Ev şev û mey û ev kas e
Bêdîn im, îman berdayî

Meyger meyek din werîne
Hizr û meylê jê derîne
Da bide min tahmek xudayî

Wê şevê, derengî şevê
Berdam meyger, berdam xewê
Kase bûn lêvê bedewê

Bedew hizr e bedew meyl e
Qeyse wê me j'min re leyl e
Evîndar û dil memdayî

Şewt ne bes, kizîn ne bes e?
Ev şev û mey û ev kas e
Bêdîn im, îman berdayî



Credits
Writer(s): Arjen Arî
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link