Şewqa Berbangê

Min navê te kir azadî
Şewqa berbanga roja min
Çima tu şewqa xwe nadî
Dilşadnaki vi dilê min

Xemla xwe girêde were
Hesreta te j'dil difure
Pêt bi pêt e wek agire
Tu kela, dilê me yî azadî

Tu bûyî hêviya dila
Nexşeya baxçê evînê
Kezyên te bihara gula
Sorbû ye bi rengê xwînê

Vayê xwîn dil de dikele
Wek deryayan pêl bi pêle
Destare hêviyan dihêre
Tu kela, dilê me yî azadî



Credits
Writer(s): Sinan Yaman
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link