Paşê

Wext diçe wek her êşekî ji dil
Wext diçe wek êşekî

Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne paşîyê?
Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne paşîyê yar?

Wekî pelên daran emê bikevin
Wekî pelên daran ax
Emê bi hev lê bê hev bimirin
Bimirin bê Kurdistan

Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne paşîyê?
Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne paşîyê yar?

Ka bêje çawa ye bêhna bayê ber êvarê
Ka bêje çawa ye rengên brûskên xemgîn yarê?
Bê av û ax çîye, tune koka darê yarê
Bê Kurdekî çîye, tune welat, Kurdistan yarê
Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne yar?
Bêje çi dimîne paşê ji me re
Bêje çi dimîne paşîyê?



Credits
Writer(s): Nubihar Akin
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link