XEMA NEXWE

Xema nexwe lê yarê rojek ezê bêm
Hesreta xwe li ser pelek payîzî lêkim
Strana xwe bi dengê bilbila ji te re rêkim
Xema nexwe lê yarê rojek ezê bêm
Gava roj ji nava ewrên reş rizgar be
Bêhna gul û nergîza serbest belav be
Ken li ser ruyên zarokan bê xem vebe
Xema nexwe lê yarê wêgavê ezê bêm

Dema stêrk li ezmanê me çirûsk bide
Dayik bê xem bi berxên xwe şa bibin
Li ser axa me xwîn û hêsir ne herike
Xema nexwe lê yarê wêgavê ezê bêm

Tu Jî çend dilop hêsir ji bo min bibarîn
Yek caran jî navê min bi bîra xwe bîn
Nava dilên te de ezê her û her bijîm
Xema nexwe lê yarêwêgavê ezê bêm



Credits
Writer(s): Farqin Azadi
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link