Bilbile dilşad
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê
Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawê dijî dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bêhna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinê tu bi nav û tu meşûre
Karwanê me va bi rê ketî lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welate ey heval, rêça me dûre
Çar hawîr me diz û keleşin têk dane dijmin
Me ji hevra diqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin
Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydane ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûre
Meydane ji bo hirç û çeqel rovî û keftar
Gorî teme bilbil ji serê darê tu wer xwar
Da pêkve mijûlbim bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me fermane li ser gerdenê şûre
Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewrane bizan geh roje geh şev
Geh tarî û dûmane geh wek rewşenu nûre
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der
Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûre
Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewre
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Qet çar û umîda me li ser darê li berzan
Wek Tîrêj dibêje jîn divê kotek û zore

Credits
Writer(s): Sivan Perwer, Seydaye Tirej, Musbeh Sex
Lyrics powered by www.musixmatch.com
Link
© 2024 All rights reserved. Rockol.com S.r.l. Website image policy
Rockol
- Rockol only uses images and photos made available for promotional purposes (“for press use”) by record companies, artist managements and p.r. agencies.
- Said images are used to exert a right to report and a finality of the criticism, in a degraded mode compliant to copyright laws, and exclusively inclosed in our own informative content.
- Only non-exclusive images addressed to newspaper use and, in general, copyright-free are accepted.
- Live photos are published when licensed by photographers whose copyright is quoted.
- Rockol is available to pay the right holder a fair fee should a published image’s author be unknown at the time of publishing.
Feedback
Please immediately report the presence of images possibly not compliant with the above cases so as to quickly verify an improper use: where confirmed, we would immediately proceed to their removal.