Roka Şevê

Wan ên jinû dîsa hêvî dan me
Û çandin gul li mala me
Ji we re me helbest çêkirin û stra
Wan ên wate daye stran

Libek ji xunavê gulek tî avnade
Birîn dibine kom û nayên axiftin
Di nav henekan de gelek rastî heye
Di nava ken de girî heye
Kerwanin wa tên ji rêke dûr tên çirûskên roniyê bi destê min didin
Wan ên jinû dîsa hêvî dan me
Û çandin gul li mala me
Ji we re me helbest çêkirin û stra
Wan ên wate daye stran

Dibêjin çûkên sibê neyên ber pencera min
Me derî girtin û perde daxistin
Sibê tê ew jî tên helbestên min dixwazin
Distrên û awazên xweş didne min
Wextê mil ji xemên giran ditewin
Dibêjin dest ala sipî hildin
Tuî ya agir xist mala min
Ji bîrke rêka mala min
Nema nav me deng û silav
Nema nav me soz û bîrhatin

Tuî ya agir xist mala min
Ji bîrke rêka mala min
Wan ên jinû dîsa hêvî dan me
Û çandin gul li mala me
Ji we re min helbest çêkirin û stra
Wanan wate daye stran



Credits
Writer(s): Dilovan Dary
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link