Hûnê Me Qir Bikin - Helbest Kurdî (Ebdulla Peşêw)
Ta ku çiraya me geş nebe
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin
Ta ku em dîl û kole bin
Em ê her mîrkut û nîran
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin, wenda bikin
Ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
Ger em bên kuştin jî
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal!
Qet nebe
Em ê bibin kurmik
Bikevin nav dexl û danê we
Em ê bibin qûmik
Bikevin nav pariyên nanê we
Em ê bibin mar û mişk
Bi we vedin li nav nivînê we
Em ê bibin mîkrob û şêrpençe
Biherimînin xwîna we
Em ê bibin kul
Her carekê li dereka
Laşê we derkevin
Em ê bibin jan
Ji sed aliyan ve
Bi ser we de bên
Em ê bibin zêrûyên hezarling
Gewriya we hişk bikin
Em ê bibin pirzik
Li ber lêvên we
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal
Hûn şahiyê bikin
Em ê li we bikin şînî
Hûn behiyan deynin
Em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
Em ê zimanê we hişk bikin
Çavan li we tarî bikin!
Em ê bibin mûyê nav nanê we
Û gemar di nav ava we de!
Ta ku çiraya me geş nebe
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin
Ta ku em dîl û kole bin
Em ê her mîrkut û nîran
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin
Ta ku em dîl û kole bin
Em ê her mîrkut û nîran
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin, wenda bikin
Ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
Ger em bên kuştin jî
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal!
Qet nebe
Em ê bibin kurmik
Bikevin nav dexl û danê we
Em ê bibin qûmik
Bikevin nav pariyên nanê we
Em ê bibin mar û mişk
Bi we vedin li nav nivînê we
Em ê bibin mîkrob û şêrpençe
Biherimînin xwîna we
Em ê bibin kul
Her carekê li dereka
Laşê we derkevin
Em ê bibin jan
Ji sed aliyan ve
Bi ser we de bên
Em ê bibin zêrûyên hezarling
Gewriya we hişk bikin
Em ê bibin pirzik
Li ber lêvên we
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal
Hûn şahiyê bikin
Em ê li we bikin şînî
Hûn behiyan deynin
Em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
Em ê zimanê we hişk bikin
Çavan li we tarî bikin!
Em ê bibin mûyê nav nanê we
Û gemar di nav ava we de!
Ta ku çiraya me geş nebe
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin
Ta ku em dîl û kole bin
Em ê her mîrkut û nîran
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Credits
Writer(s): Ebdulla Peşêw
Lyrics powered by www.musixmatch.com
Link
Other Album Tracks
All Album Tracks: Hûnê Me Qir Bikin - Helbest Kurdî (Ebdulla Peşêw) >
Altri album
- Min Ji Te Hezkir - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî) - Single
- İnanmam Aynalara - Sone 22 (İngiliz Edebiyatı Şiiri) - Single
- İnanmam Aynalara - Sone 22 (İngiliz Edebiyatı Şiiri)
- Ey Pakrewan - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî)
- Bana Baktın Gözlerinle - Louis Aragon (Şiir) - Single
- Bê Dîn im Îman Berdayî - Arjen Arî (Helbest Kurdî) - Single
- Ne Dersin Bu Akşam - Charles Baudelaire (Şiir) - Single
- Evîna Te Min Berneda "Terk Etmedi Sevdan Beni" - Ahmed Arif (Helbest Kurdî)
- Ez Nizanim Çi Bêjim - Cegerxwîn (Helbest Kurdî) - Single
- Bir Kör - Jorge Luis Borges (Şiir)
© 2024 All rights reserved. Rockol.com S.r.l. Website image policy
Rockol
- Rockol only uses images and photos made available for promotional purposes (“for press use”) by record companies, artist managements and p.r. agencies.
- Said images are used to exert a right to report and a finality of the criticism, in a degraded mode compliant to copyright laws, and exclusively inclosed in our own informative content.
- Only non-exclusive images addressed to newspaper use and, in general, copyright-free are accepted.
- Live photos are published when licensed by photographers whose copyright is quoted.
- Rockol is available to pay the right holder a fair fee should a published image’s author be unknown at the time of publishing.
Feedback
Please immediately report the presence of images possibly not compliant with the above cases so as to quickly verify an improper use: where confirmed, we would immediately proceed to their removal.