Kanîya Rûbarê - Helbest Kurdî (Karîna Osêyan)

Îro ez çûm nava gelî
Da vexwum hin ava belî
Kanî kêş bû, çû wî alî
Xweza şiyar bû û xwelî

Ez nêzîkî kaniyê dibûm
Bi lez hlikişam û diçûm
Bi dengê zîz girye dibûm
Kanya sar got hişyar nebûm

Bêje min kaniya delal
Çima wisa bi lez bêhal?
Jiyana dijwar kirim lal
Ji min re bibe tu xweşhal

Ez xerîb im, va ye diçim
Welat bi welat digerim
Jan dijwar e pê nizanim
Ez ê ca kengê vegerim?

Min fêm kir ku tu felek î
Ezda tu afirand wekî
Min ji tihnê rizgar bikî
Tenê man ez û te belkî

Kanî li rûbar xulxulî
Min vexwar bi çeng û tilî
Coş bûm ez wek gula melí
Dilê min gul kirin belî



Credits
Writer(s): Karîna Osêyan
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link