Zînê

Çûme cem pozbilindê
Min da destê wî cotê bazin
Bext bimire, dê min dît li cem
Destpêkir bi gilî û gazin

Çûme cem pozbilindê
Min da destê wî cotê bazin
Bext bimire, dê min dît li cem
Destpêkir bi gilî û gazin

Go "Kuro Ma te hiş avêt?
Gêj û dînî yan serxweşî
Kela şîrê dil rabûye
Çavkor bûyî, yan sermestî?

Go "Kuro Ma te hiş avêt?
Gêj û dînî yan serxweşî
Kela şîrê dil rabûye
Çavkor bûyî, yan sermestî?

Ê Erê dilêm dîne
Dînê çavên Zîne
Wekê hespê gergîne
Li deşt û beyaran

Ê Erê dilêm dîne
Bi sed carî dîne
Birîn kon vegirtin
Li sing û cigeram

Ez li tenişte rûniştim
Kêleke xwe da kêleka
Min girêda gûlîyên Zîn
Û xemîland hêvîyên xwe

Ez li tenişte rûniştim
Kêleke xwe da kêleka
Min girêda gûlîyên Zîn
Û xemîland hêvîyên xwe

Destêm daket sing û berê
Li navbêna zîv û zêra
Mi maçek dizî ji lêvên sor
Û ez rabûm ji xewnên şeva

Destêm daket sing û berê
Li navbêna zîv û zêra
Mi maçek dizî ji lêvên sor
Û ez rabûm ji xewnên şeva

Ê Erê dilêm dîne
Dînê çavên Zîne
Wekê hespê gergîne
Li gelî û newalan

Ê Erê dilêm dîne
Bi sed carî dîne
Birîn kon vegirtin
Li dil û hinavan



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link