Te Çi Kir چه کردی - Afshin Yadollahi (Helbest Kurdî)

Te bi dilê min ê wêran çi kir?
Binêre te çi kir evîna min a dîwane

Ez di nav hevrîşimê da rihet bûm
Te bi baskê min ê "perperok" çi kir?

Ez ji tasa çavên te serxweş im bê vexwarin
Serxweş e meyxana min
Te çi kir?

Ma ne layîqê palepiştbûnê bûm?
Te li hesreta hembêza min çi kir?

Te min westand û tu bi xwe jî westiyay' çûyî
Ey rêwî!
Te bi mala min çi kir?

Dinya min bi giriyê te şil bûye
Te bi serxanî ya mala min çi kir?



Credits
Writer(s): Afshin Yadollahi
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link