Ez Ne Diz im - Helbest Kurdî

Na... Na, na
Ez ne diz im!

Ka bihêle bêjim kî me

Nizam tî me çend demin
Û çend roj in jî birçî me
Lê ne lêgerê parîk nan
Ne jî hêvîya kulmek av im

Hatim sifra dostanîya we

Na... Na, na
Ez ne diz im!

Ji dîrokê herikîm hatim
Bihêle ku bêjim kî me
Xwedîyê va axa pîroz im
Birakê we yê hatî kuştin
Kurê dê û bavê we me

Na... Na, na
Welle ez ne diz im

Pismamê we yê jê zilmê revîyay'
Gundiyên we yê mal şewitî me
Lêgerê hebûn û tunebûna we
Daxwazkarê rûmeta vî xelkî me

Ez im ez; parastwanê şerefa we!



Credits
Writer(s): Azad Penaber
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link