Nazgula Mın

Min bêrîya te kiriye
Te dilê min kûl kiriye
Min bêrîya te kiriye
Te dilê min pûç kiriye
Sorgula bi xeml û bîn
Min çav li rê meterkîn
Li hêvîya te me Nazgulam
Dilêm şewitî de were
Dilêm şewitîye were

Koç kir zivistana sar
Xem ji dûrîya te canem xwar
Ro li min bê te, nabe êvar
Ez har û dîn bo te cînar
Sorgula bi xeml û bîn
Min çav li rê mehêlîn
Li hevîya te me ew çend wexta
Dilêm şewitî de were
Dilêm şewitîye were

Çerx ke pêşiya kirasê
Berde gulîyên bi ser singê
Zend û bazinan li ba ke
Dilêm şa ke, ka were!
Dilêm xweş ke, tu were!
Dilêm geş ke, zû were!



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link