Seranser Evîn

Di çavên te de baxçeyên gulan
Di destên te de nêrgiz û şîlan
Dibinîm ez wan, dermanê dilan
Min dûr dikî ji derd û ji kulan
Kenê te ye ew melhama derdan

Ey dilber, tu yî seranser evîn
Di dilê min de te guldest danîn
Dengê te ye ew hingivê şêrin
Ez zindî kirim, lê serxweş û dîn
Te ez zindî kirim, lê serxweş û dîn

Ger tu hêbî yar, baxçe hêşîn dibin
Sorgulên dil ji nû ve dibişkivin
Perperokan li derdora min difirin
Diltengî û tengezarî naminîn
Hatine te ye ew mizgîna rengîn

Ey dilber, tu yî seranser evîn
Di dilê min de te guldest danîn
Dengê te ye ew hingivê şêrin
Ez zindî kirim, lê serxweş û dîn
Te ez zindî kirim, lê serxweş û dîn

Ji ber mirinê ezê birevim
Di canê te de ezê binîvim
Bi dengek bilind wa ez bangdikim
De were ey yar, ji te hezdikim
Ne bi dilekî, lê bi heft dilan
Ji te hezdikim
Ez ji te hezdikim!



Credits
Writer(s): Mey Dost, Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link