Were Lê Koçerê

Serê xwe hilgirim
Hilkişim bi ser çîyan
Bikim qêrîn û bangkim
Tewlê bê kim dengan
Bikim çirrî û bangkim
Tewlê bê kim dengan

Çavê min li rêya cîran
Lê eman bêwarê
Were lê lê delal
Lê eman Koçerê

Tu nerme baranek bûharî
Stêrka şevên tarî
Nizanim dêynîm çi nav
Tu ronya berêvarî
Nizanim lêkim çi nav
Xezalek li ser zinarî

Çavê min li rêya cîran
Lê eman bêwarê
Were lê lê delal
Lê eman Koçerê

Ji derd û keseran jar im
Payîze û bêmar im
Dilê keviran nerm bû
Lê ya te hîn sarin
Dilê kafiran nerm bû
Lê ya te hê jî sarin

Çavê min li rêya cîran
Lê eman bêwarê
Were lê lê delal
Lê eman Koçerê
Were lê lê delal
Lê were vê êvarê.!



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link