Sîya Evînê

Biken, kenê te
Şêrine ay gula min
Binêr çavên te
Mizgîne jibo min
Bimîn, bêjna te
Dunyaye li ba min
Bihêl bila zîl de
Evîn li hembera min
Bihêl bila geş be
Evîn li pêşbera min

Şevek tarî û mij, dûmanî
Kezeb xwîn çav şil baranî
Xeyalên te, tê ber çavê min
Şewata dil disa wa ser hilanî
Şewata dil dîsa wa ser hilanî

Kezeb tew bi xwîne
Ji destê çavxezalê
Gava porê xelek
Da ber bayê sibê
Dilê min dizî û bir
Û ez hê ji li bendê me
Herin bêjin jê ra
Dilê min vegerine
Herin bêjin bila
Dilkê min vegerine

Şevek tarî û mij, dûmanî
Kezeb xwîn çav şil baranî
Xeyalên te, tê ber çavê min
Şewata dil disa wa ser hilanî
Şewata dil dîsa wa ser hilanî

Mistek hêstirî tu
Li gewrîya min da mayî
Klamek bêdeng
Li serê vî zimanî
Distrêm û terim
Li kolanan veşartî
Bêwest û rawest
Li pey sîya evînî
Bêwest û rawest
Li pey sîya delalî

Şevek tarî û mij, dûmanî
Kezeb xwîn, çav şil baranî
Xeyalên te, tê ber çavê min
Şewata dil disa wa ser hilanî
Şewata dil dîsa wa ser hilanî



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link