Berda Gulê

Dunya bêdeng û payîz zer bû
Tirba min hazir li der bû
Ne êrîş bû, ne jî şer bû
Ne şûr bû, ne jî şeşder bû

Bi kenekî sist, bin lêvan
Slav da min bi herdû çavan
Dest avête tîr û kevan
Rast li nîvê dilê min va
Berda Gulê, berda Gulê
Slav da min bi herdû çavan
Dest avête tîr û kevan
Rast li nîvê dilê min va
Berda Gulê, berda Gulê
Rast li nîvê dilê min va
Berda Gulê, berda Gulê

Ne kanî û ne jî rûbare
Dunya êvar, çîlle û sar e
Çîya berf girt, mij û dûman e
Got "yê dimre her beran e"
Gulê bêhnxweş û bênaz
Gulê zarxweş û bi awaz
Gulê govend û Gulê saz
Yê ez kuştim dengê Gulê
Dengê Gulê, dengê Gulê

Gulê bêhnxweş û bênaz
Gulê zarxweş û bi awaz
Yê ez kuştim rengê Gulê
Rengê Gulê, Rengê Gulê

Slav da min bi herdû çavan
Dest avête tîr û kevan
Rast li nîvê dilê min va
Berda Gulê, berda Gulê
Rast li nîvê dilê min va
Berda Gulê, berda Gulê



Credits
Writer(s): Mîr Kamuran Ali Bedirxan, Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link