Cano

Çendikû çend zemane li te digeriyam li herderî
Lê bi hêvî bûm min zanibû tê rojek werî
Piştî ku mirov bixwazê bi cad û bawerî
Bê guman wê ew Mirad rojek here serî
Piştî ku mirov bixwazê bi cad û bawerî
Bê guman wê ew Mirad rojek here serî

Cano ti bi xêr hatî vê jiyanê vê giyanê vê dilî
Welle min ji te hezkir roja yekem wê dîtina ewilî
Kuro bi hatina te re baxçê bihûşta dilê min kemilî
Ew diyarê evîndara bi evîna me xemilî

Şikirdarim xwedao ku te ew kir para min
Şîn bû mezin bû fêkî da dara min
Xemê min tev binaxkir şahî reşand dora min
Cihan tev bû amin gava ku te got yara min

Cano ti bi xêr hatî vê jiyanê vê giyanê vê dilî
Welle min ji te hezkir roja yekem wê dîtina ewilî
Kuro bi hatina te re baxçê bihûşta dilê min kemilî
Ew diyarê evîndara bi evîna me xemilî



Credits
Writer(s): Dincer Ozturk, Yasmin Babat
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link