Kereng

Gerokek li rêça me ez
Ne kesî kesa me ez
Derdan jî pêça me ez
Li kaş û hevrazê me ez

Jibermayê ji xewnê me ez
Ketîye bîrê bextê me
Kerengekê li ber bê me
Daîm rê wenda me ez
Dayikê ne dûr, nêzik im
Nêzikê dîdarê me ez

Şev û rojan ez diherim
Li pey hêvî digerim
Nizam bi kûwa diçim
Şûnwarê êşa me ez

Jibermayê ji xewnê me ez
Ketîye bîrê bextê me
Kerengekê li ber bê me
Daîm rê wenda me ez
Dayikê ne dûr, nêzik im
Nêzikê dîdarê me ez

Weke Ûsivê li bin bîrê
Ji pişt va kêr lêketî
Têşin cihên xençerê
Kuştiyê bira me ez

Jibermayê ji xewnê me
Ketîye bîrê bextê me
Kerengekê li ber bê me
Daîm rê wenda me ez
Dayikê ne dûr, nêzik im
Nêzikê dîdarê me ez



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link