Mestane Dilber

Xwudawendê karsaz
Ey Xwedayê xerîban
Barilahî alemîn
Tundtir ke arê dilan!

Şeva çû di xewê da
Dane min vê dutarê
Şeva axir çarşemê
Ketim bi vî azarê
Ez gerandim bajar bi bajar
Ez birime hîve, Buxarê
Perde hate hilanîn
Min dît rûyê gulzarê
Min mîna wê dilberê
Nedî li tu welatê!

Xwudawendê karsaz
Çêkirîye ew reng û rû
Nesîb û qismeta min
Dereng meke, bide zû!
Dereng meke, bide zû!

Hawar ji destê felekê
Wê nekirim xweşhalê
Kirim bêper û bale
Kokima li ber dîwarê
Ce'ferqulî va dibêje
Herdemê nale nale
Bi fekê û bi dutarê
Keviran tîne zimanê
Dilber mûyekê xwe bide
Seba perdê dutarê
Perdan girêdim, lêxim
Ji bo xatirê nîgarê

Ya Xwedayê xerîban
Bide miradê dilan!
Ya Xwedayê mihrîban
Bike mirazê dilan!
Bike mirazê dilan!

Xelko ji we ra dibêjim
Bila yar bê ser gora min!
Nezerekê li min ke
Mezelê min bilivîn
Ji serê we bibe hiş
Ji we bistîn aql û dîn
Hesabê we li min girtî
Ji we hilgir û bidirîn!
Hînge hilde destê min
Ji bin xakê bikişîn
Û li ser serê min bisekin
Mest û mestane dilber

Wiha bûye qedera min
Li min tunîne texsîr
Ha bimrim, ha biminîm
Ha herime çol û cizîr
Barilahî alemîn
Tundtir ke arê dilan
Geştir ke arê dilan!



Credits
Writer(s): Ceferqulî Zengilanî
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link