Çûyîn

Ne dikarim li pey te bikevim
Ne dikarim bê te bimînim
Çûyîn ne tiştekî girîng e wilo
Dê bajar bê baran bimîne
Çûyîn ne tiştekî girîng e wilo
Dê bajar bê keser bimîne

Tirsa min ew e ku
Li dû vê leylanê
Pêsîrên xirbe berbangên kor
Rûbarên şor bimînin
Tirsa min ew e ku
Li dû vê leylanê
Pêsîrên xirbe berbangên kor
Rûbarên şor bimînin

Rahiştiye tevr û bêra xwe
Rahiştiye eyloyê çavsor
Dixwaze telqîna min bixwîne
Dixwaze telqîna min bixwîne

Tirsa min ew e ku
Li dû vê leylanê
Pêsîrên xirbe berbangên kor
Rûbarên şor bimînin
Tirsa min ew e ku
Li dû vê leylanê
Pêsîrên xirbe berbangên kor
Rûbarên şor bimînin



Credits
Writer(s): Onur Kepenek
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link