Silav Li Te

Silav li te evîna min!
Tu li bîra min, tu her mayî
Dişinîm her silav li te
Ji ber ku bo min hêjayî

Silav li te evîna kevn!
Silav bo te, silavên germ
Gunehê min dilêm kewand
Ket para min fedî û şerm

Silav li te delala min!
Ez im wenda, tu jî wenda
Siwarek li ser hespê xwe me
Lê nizanim rê bi kûda

Tu dijî hertim di dilê min da
Silav li te evîna kevn
Gunehê min dilêm şewîtand
Ket para min fedî û şerm

Silav li te hevala min!
Tu ji bîra min, tu qet naçî
Dibinîm her xeyalên te
Li ser dilê min mistek janî

Silav li te evîna kevn!
Silav bo te, silavên germ
Gunehê min dilêm kewand
Ket para min fedî û şerm

Silav li te evîna kevn!
Silav bo te, silavên germ
Gunehê min dilêm şewîtand
Ket para min fedî û şerm



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link