Yar Veger

Ji vî warî tev malan barkir
Ji vî çiyayî tev şênî barkir
Yarê hêja dil ji min sarkir
Yarê delal dil ji min sarkir

Felekê tendûra dil ar kir
Felekê tendûra dil har kir
Kûmê serê me, li me xar kir
Kezîzeryam ji dîyaran wer kir

Kula li min, li vî dila li min
Qeda û bela te hilgirim
Mala xwe barke
Yar veger cem min
Were tav ke
Sorgulam li min
Were belav ke
Van ewrên reş li ser min

Xezalam çû, ez bi tenê mam ez
Delalam çû, ez li vir mame
Va çi bext bû
Vê dûnyê da me
Felek li hemberê me li cenge
Zûke were, dil li ser te tenge
Warê me bê te, bêxeml û rewşe
Li dû te tevna me bû reşe
Jana dil bû, tev ket para me

Kula li min, li vî dila li min
Qeda û bela te hilgirim
Mala xwe barke
Yar veger cem min
Were xweş ke
Derdora li min
Were belav ke
Van ewrên reş li ser min

Le lî lê le lî lê le lî lê
Lê lî lo le lî lo le lî lo lalo
Wî de berfê va çîyayê jorî
Bi ser min de barî
Nema rebenê va dilê min ra
Hekîmek, şîfa û melhemo!
Ez belengazo, dilkesero, jaro
Bi tena serê xwe ez mame lo!



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link