Meryem Xan

Bang dikime Meryem Xan
Bi navê te
Dil û Kezeb jibo te ar û pêt e
Bang dikime Meryem Xan
Bi navê te
Dil û hinav jibo te ar û pêt e
Xwadê îmanekê bide bavê te
Qelendê xwast, çel qantiran nakşîne
Xwade îmanekê bide bavê te
Qelendê xwast, çel bergîran nakşîne

Ji bo te çav li rê me
Te negot kengî tê me
Ez qurbana herdu çavên te gulendam
Çavê reş in, birûyê reş in
Xweş endam
Ez heyrana herdu çavên te gulendam
Çav û birû şeva reş in
Xweş endam

Bala bilind Meryem Xan
Bala bilind
Çar dora me gur û keftar û mar in
Bejna bilind Meryam Xan
Bejna bilind
Çar hêla me gur û keftar û mar in
Hevalên me dîsa ji kolanan birin
Gund û bajar, welat tev tarûmar in
Hevalên me dîsa ji kolanan birin
Zar û zêç, kar û berx tev kalekal in

Jibo te çav li rê me
Te negot kengî tê me
Ez qurbana herdu çavên te gulendam
Çavê reş in, birûyê reş in
Xweş endam
Ez heyrana herdu çavên te gulendam
Çav û birû şeva reş in
Xweş endam



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link