Dilruba

Dilbera min, min li te
Carê nezer kir bê melal
Car nezer kir bê melal
Natira Mecnûn, ji min
Bêgane bû eql û kemal
Aq yûzûnde xal-î hindû
Nûqte qoymûş Zulcelal
Leblerinden neyşeker damler
Nebat û qend û bal
Awirekê li min binêre
Ey Xosrewê ferxunde fal

Birûyên te bûka baran
Mijangên te şerr û şûr
Mijangên te şerr û şûr
Lêvê te le'lê bedexşan
Singê te mîna billûr
Tu, bi vî husna perîzadî
Nizanim ku, yan jî hûr
Hêsir kirim bi dû xwe de
Li min nemaye hedûr
Canimi pervane tek yaxdin
Bi yekcar, ey şem-î nûr!

Lêv tenikê, fistiq fek
Didan hûrê, şox û şeng
Didan hûrê, şox û şeng
Ji dûrîya te nemaye
Li rûyê min av û reng
Wesfê husna te belav bûye
Li Rom û li Fereng
Baxrimî bûryan qilûp
Eşqin mene vêrdî xedeng
Men feqîr bulbul gibî
Efxan çekerem subh û şam

Dilber kes mîna te tune
Li tu milk û tu weten
Li tu milk û tu weten
Ne Semerqend û Buxar a
Ne li Çîn û li Yemen
Enberîn zulf û şekir lêv
Bêhna te ji baxê îrem
Gozlerînden orgenûr
Cadû-yi Babîl mekr û fen
Murteza heqqî, gece gûndûz
Fikrîm budur menem!
Murteza heqqî, gece gûndûz
Fikrîm budur menem!



Credits
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link