Heval

Ax delaliya min
Bihara emrê min
Jiyan bê te kul û reş e
Roniya çavên min
Bejn û bala te
Spîndara baxçê min
Ciwaniya te kaniya jînê
Jîndara axa min

De zû were heval
Li dor tev neyar
Dil bê te bi hewar
Dûr neçe were heval
Hevalê dildar
Evîndarê çiyan
Dilê dayika te bi jan
Dûr neçe were heval
De zû were heval
Li dor tev neyar
Dil bê te bi hewar
Dûr ketin pir bi şewat
Hevalê dildar
Evîndarê çiyan
Dilê dayika te bi jan
Dûr neçe wer heval

Piştî te agir
Ket baxçê dilê min
Nema li min ken dil hat sotin
Roniya çavê min
Helbestek bêçar
Li dû te hat gotin
Ez hîn li benda te me heval
Jîndara axa min

De zû were heval
Li dor tev neyar
Dil bê te bi hewar
Dûr neçe were heval
Hevalê dildar
Evîndarê çiyan
Dilê dayika te bi jan
Dûr neçe were heval
De zû were heval
Li dor tev neyar
Dil bê te bi hewar
Dûr ketin pir bi şewat
Hevalê dildar
Evîndarê çiyan
Dilê dayika te bi jan
Dûr neçe wer heval



Credits
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link