Ro Wergerî

Ro wergerî û tarî daket
Xelk çûn li mala xwe raket
Wefa nema ne bi xûşk û ne bi bira
Xweşî ji qismeta'm derket
Wefa nema ne bi xweng û ne bi bira
Xweşî ji para min derket

Ez mam li ber malê, ew gişk çûn
Ger pîr û ger kal tev gişk çûn
Zanî, ji derdê wê dûrîyê
Singa min gişk kul bû, ew çûn
Zanî, ji derdê xeribîyê dayê
Singa min tev xwîn bû, ew çûn

Mam ez bi birînên bênav
Mezinek nebû, ne dê û ne bav
Li nav rûreşîya dem û dewran
Ger rê bibime ser waran?
Li nav bêbextîya dem û dewran
Ger rê bibime ser malan?

Ez mam li ber malê, ew gişk çûn
Ger pîr û ger kal tev gişk çûn
Zanî, ji derdê wê dûrîyê
Singa min gişk kul bû, ew çûn
Zanî, ji derdê xeribîyê dayê
Singa min tev xwîn bû, ew çûn

Birrîn şaxên darê merxê me
Nema kes rûnişt li ber arê me
Miçiqîn delav û kanîya çiyan
Tevn û meşkê tev avêtin çûn
Miçiqîn delav û kanîya dilan
Şênî û şahî tev barkirin û çûn

Ez mam li ber malê, ew gişk çûn
Ger pîr û ger kal tev gişk çûn
Zanî, ji derdê wê dûrîyê
Singa min gişk kul bû, ew çûn
Zanî, ji derdê xeribîyê dayê
Singa min tev xwîn bû, ew çûn

Ez mam li ber malê, ew gişk çûn
Ger pîr û ger kal tev gişk çûn
Zanî, ji derdê wê dûrîyê
Singa min gişk kul bû, ew çûn
Zanî, ji derdê xeribîyê dayê
Singa min tev xwîn bû, ew çûn
Singa min tev kul bû, ew çûn
Singa min tev xwîn bû, ew çûn



Credits
Writer(s): Rêwan Samir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link